Emel Mathlouthi | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 11ê kanûna paşîn a 1982an (42 salî) Tûnis, Tûnis |
Cureyê muzîkê | muzîka cîhanê |
Pîşe | bestekar, gîtarîst |
Amûr | gîtar |
Malper | emelmathlouthi |
biguhêre |
Emel Mathlouthi yan jî navê ku pê hatiye naskirin Emel (bi erebî:آمال المثلوثي, Amal al-Mathluthi; jdb. 11ê rêbenana 1982an) stranbêj-sitrannivîs, muzîkjen, aranjer û hilberînereke tûnisî-amerîkî ye ku bi strana xwe yê protestoyî ya bi navê Kelmti Horr (Gotina min azad e) ku ev sitran bûye sirûda Şoreşa Tûnisê û Bihara Erebî, bi navûdeng bûye. Emel Mathlouthi albuma xwe ya yekem a studyoyê ya bi navê Kelmti Horra di sala 2012an de weşandiye ku ev album ji çaraliyê cîhanê bertekên erênî werdigire. Albuma xwe ya duyem jî bi navê Ensen ku muzîka elektronîk bi muzîka klasîk re tevlihev kiriye di sala 2017an de weşandiye.
Emel Mathlouthi li Amedê beşdarê pîrozbahiya Newrozê ya sala 2024an bûye û li Newroza Amedê sitranên bi kurdî û bi erebî gotiye.[1]
© MMXXIII Rich X Search. We shall prevail. All rights reserved. Rich X Search